Hüseyin Demirci
14 Mijdar 2026•Rojanekirin: 14 Mijdar 2026
Li Sarikamişa navçeya Qersê serma û qiraviyê bandor kir.
Bi şev germahiya hewayê bi 4 pileyan daket bin sifirê, di saetên sibehê da, dar û gîhayan qiravî girt, camên wesayîtan qeşa girtin, li ser banên avaniyan şembelîlk çêbûn.
Li Sarikamişê ku hin welatiyan bi mebesta parastinê, wesayitên xwe bi branda û betaniyan nixumandin.
Bi bandora serma û seqemê golên li Duzu ya Hançerliyê qeşa girtin, dîmenê qijikekê ku bi nikilê xwe dixwest qeşaya golê bişikîne, bal kişand.
Li Baxçeyê Gel ê Harun Xeyalî jî, dîmenê sioriyeke sor a ku li ser daran digeriya û qozeleq dikevaşt, bi kamerayê hat tomarkirin.