İdris Karaoğul
05 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2026
Li Qersê ji ber barana gur a ku îsal barî, ava hin bendavan zêde bû û avên wan hatin texliyekirin.
Ji ber ku Bendava Arpaçayê tijî bû, zeviyên li dora gundê Çetîndurakê ya li ser navçeya Akyakayê di binê avê da man.
Dîmenên zeviyan bi dronê hatin kişandin.
Di dîmenan da tê dîtin ku ava bendavê nêzîkî gund bûye û zeviyên hatine reşandin jî di binê avê da mane.