Mehmet Demirhan
04 Hezîran 2026•Rojanekirin: 04 Hezîran 2026
Li Silopiya navçeya Şirnexê dijminatiya di navbera 2 malbatan da ya ku bi birîndarbûna 7 kesan va dest pê kiribû, bi aştiyê xelas bû.
Di 29ê Adarê da li navçeyê ji ber lihevnekirina eraziyê di navbera malbatên Karal û Acetê da şer derketibû û 7 kes birîndar bûbûn û dijminatiya wan dest pê kiribû.
Bi serkêşiya rûspî Haşîm Haşîmoglu hevdîtinan dest pê kir û dijminatiya du malbatan xelas bû.
Li baxçeyê mala Haşîmoglu ji bo lihevhatina malbatan merasimek hat lidarxistin.
Di merasimê da piştî axaftin û diayan herdu malbat li hev hatin.