Li gundê Hammîmat Dayerê yê li rojhilatê Îdlibê, barana gur bû sedem ku benda ji axê ya Bendava Siyhayê hilweşe û bi qasî 100 mal di bin avê da bimînin.
Hat ragihandin ji ber bilindbûna asta avê ya li herêmê, zirar gihîşt erdên çandiniyê yên li Atuwîm, Taleb Tukam, Sîta eş-Şerqiye, Sîta el-Xerbiye, el-Beraxîtî, Humeymat û Ebû Zuhûrê.
Serokê ekîba parastina sivîlan a Ebû Zuhûrê Beşar el-Îbrahîm ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber bilindbûna asta avê wan bi hevkariya saziyên têkildar, benda ji axê ya li dora Bendava Siyhayê xurt kiriye û xebatên li qadê dewam dikin.
Îbrahîm diyar kir ku li gundê Hammîmat Dayerê ya ku bandora lehiyê lê zêde çêbû, nêzîkî 140 malbat hatine şandin ku li cem xizmên xwe û li gundên derdorê bimînin, 30 malbat jî li dibistaneke ku wekî stargeheke demkî tê bikaranîn hatine bicihkirin.
Ji niştecîhên herêmê Nofa Sellumê jî got mala wan di bin avê da maye û ew mecbur mane ku terka mala xwe bikin.
Mehmûd Salih jî anî ziman ku ji ber lehiyê ji 150 zêdetir malan zirar dît û ew ditirsin ku hejmar zêde bibe.