Önder Beyter
23 Gulan 2019•Rojanekirin: 23 Gulan 2019
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê (ÎBB) piştgiriyê didin xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina peyamnêrê Ajansa Anadoluyê (AA) yê Bayburtê Abdulkadir Nişanci ku dema li ser Çiyayê Soganliyê yê navbera Bayburt û Trabzonê xebatên vekirina rê dişopand, li çivên Derebaşiyê berfa bin lingê wî şiqitîbû û di zagê da ketibû xwarê.
Di daxuyaniya şaredariyê da hat destnîşankirin ku xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Abdulkadir Nişanci ket roja 13emîn û herwiha ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê jî alîkariyê didin xebatên kêmkirina ava çem û herwiha veguhestina berê ava çem.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ekîb car carî jiyana xwe dixin xetereyê û wisa xebatên dîtina Nişanci didomînin û wiha hat gotin, "Ji bo ewlehiya xebatan, li gorî plansaziyê dê li pêşiya çem bendek were çêkirin ku pêşiya avê were girtin da ku xebat hêsantir bên meşandin. ÎSKÎ tevî 16 personel û 2 jê zêde, 2 jê navinci pompe û xortûm, 4 kamyon, 2 wesayîtên zeviyê (4x4) û pompeyên texliyekirina avê va ji 14ê Gulana 2019an vir va piştgiriyê dide xebatên lêgerîn û xilaskirinê. Motorên texliyekirina avê yên ÎSKÎyê ava çem texliye dike û berdide nawala 2 kîlometre dûr."
Herwiha hat balkişandin ku ekîbên Agirkujiya ÎBByê jî beşdariya xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Nişanci dikin.