Ekîbên Lîga Super a Spor Totoyê di serdema yekemîn a 2015-2016an de ji kirêkirin û transfera futbolîstan a ji bo dervayê welat 71 milyon ewro pere qezenc kirin.
Lîga Superê li paş xwe serdemeke çalak a transferan hişt. Di vê serdemê de hin tîman qadroyên xwe bi gelek futbolîstan ve bihêz kirin û herwisa hin tîman jî teklîfên dervayê welat ên kêrhatî emilandin û rêya xwe ji ya hin futbolîstên xwe re averê kirin.
Di nava tîmên Lîga Super a Spor Totoyê de yên ku ji transferên bo derva herî zêde pere kirin qaseya xwe Fenerbahçe, Beşîktaş, Bursaspor û Galatasaray in.
Herwisa Trabzonspor, Kasimpaşa, Çaykûr Rîzespor û Medîcana Sîvassporê jî ji transferan pere qezenc kirin.
- Dahata herî zêde ya Fenerbahçeyê ye
Di nava tîmên Lîga Super a Spor Totoyê de tîma ku ji transferên bo dervayê welat herî zêde dahat kir qaseya xwe Fenerbahçe ye.
Fenerbahçeyê ji transfera Moussa Sow û Emmenuel Emenîke 19 milyon û 500 hezar ewro bistîne.
- Transfer
Futbolîstên ku ji Lîga Super a Spor Totoyê ji bo dervayê welat hatin transferkirin û berdêla ku ji bo wan hat dayîn wiha ne:
| Tîm |
Futbolîst |
Berdêla Bonservîsê (ewro) |
| Fenerbahçe |
Moussa Sow |
16 milyon (El-Ehli) |
| Beşîktaş |
Demba Ba |
13 milyon (Shanghai Shenhua) |
| Bursaspor |
Cedric Bakambu |
7,5 milyon (Villareal) |
| Beşîktaş |
Atınç Nukan |
5 milyon (RB Leipzig) |
| Trabzonspor |
Waris Majeed |
4,5 milyon (Lorient) |
| Galatasaray |
Felipe Melo |
3,7 milyon (İnter) |
| Fenerbahçe |
Emmenuel Emenike |
3,5 milyon (El-Ein/Kirê) |
| Galatasaray |
Nordin Amrabat |
3,5 milyon (Malaga) |
| Bursaspor |
Enes Unal |
3 milyon (Manchester City) |
| Kasimpaşa |
Ryan Babel |
2,5 milyon (El-Ein) |
| Çaykur Rîzespor |
Alî Adnan |
2,2 milyon (Udinese) |
| Medîcana Sîvasspor |
Manuel de Costa |
2 milyon (Olympiakos) |
| Galatasaray |
Armindo Bruma |
1,9 milyon (Real Sociedad/Kirê) |
| Galatasaray |
Alex Telles |
1,3 milyon (Inter/Kirê) |
| Trabzonspor |
Mustapha Yatabare |
950 hezar (Montpellier/Kirê) |
| Bursaspor |
Batuhan Altintaş |
400 hezar (Hamburg) |