17 Mijdar 2015•Rojanekirin: 18 Mijdar 2015
VAN
Li Başkaleya navçeya Wanê malbata 275 xwendekaran ji ber tirsa terorê zarokên xwe naşînin dibistanê.
Xwendekarên ku li taxa wan dibistan tune û ji ber vê jî bi wesayîtan ve diçin dibistanên li taxê din, ji ber hinceta ewlehî tune, naçin dibistanan.
Welatiyên ku li taxên Terazin, Îkîzdegirmen, Evbakan, Ugurlu û Omerdagê dijîn ev 2 mehin zarokên xwe naşînin dibistanê. Welatî ji ber hinceta rêxistina terorê teqemenî li ser rê bicih kiriye û ewlehî tune zarokên xwe naşînin Dibistana Navîn a Eşmepinarê.
Malbatên xwendekaran wiha dibêjin: "Ewlehiya canê zarokên me tune. Em ditirsin ku di rê de bombe biteqin. Zarok jî ditirsin û naxwazin herin dibistanê."
- "Malbat dixwazin li herêma wan dibistan bê çêkirin"
Qaymeqamê Başkaleyê Abdulselam Ozturk bi malbatên ku zarokên xwe naşînin dibistanê re hevdîtin kir û xwest ku ew zarokên xwe bişînin dibistanê.
Ozturk got ku welatî zarokên xwe naşînîn dibistanê û wiha axivî: "Malbat naxwazin zarokên xwe bişînin dibistana herêmê ya ku lê diminîn û li wir radizên. Dixwazin li herêma wan dibistan bê çêkirin. An jî dibêjin ku ew ê zarokên xwe bişînin dibistana li taxa Yavuzlarê. Lê niha li vê dibistanê cihê vala tune. Ancak li navenda navçeyê ew dikarin perwerdeyê bibînin."