Li Kobanêyê li dibistanên ku di pevçûnên navbera DAEŞa rêxistina terorê û hin komên kurdan de zirar dîtin bi derfetên kêm dest bi perwerdeyê kirin.
DAEŞ piştî pevçûnên ku bi qasî 4 mehan berdewam kir ji herêmê vekişiya û li Kobanê jiyan normalîze bû. Li Kobanêyê gelek esnafan kargehên xwe temîr kirin û hewl didin ku pîşeya xwe berdewam bikin.
Li bajarê ku hema bû wek kavil di serê cihên ku herî zêde di bin tesîra pevçûnan de man saziyên perwerdeyê tên. Malbatên ku ji Tirkiyeyê vegeriyan Kobanêyê û mamosteyan dibistanên ku zirar dîtibûn temîr kirin. Zarokan jî arîkariya paqijkirina dibistanê kirin. Zarokên ku hê jî tam haj pê nînin ka çi qewimiye li dibistana ku şopên guleyan li ser hene dest bi perwerdeyê kirin.
Li dibistana ku hin cihan ji ber guleyên çekên giran qulên mezin vebûne û derî û pencereyên wê tunin, nêzî 2 hezarî xwendekar perwerdeyê dibînin. Li dibistanê bi tevahî 6 pol hene û di sireyên du kesî de 4 an 5 zarok rûdinin. Xwendekar ji ber tunebûnê pirtûk, lênûsk û pênûsên xwe hevpar bi kar tînin.
- "Hewcedarî bi amûrên qirtasiyeyê heye"
Mamosteya erebî Arîn Mihemedê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di pola 20 kesî de dersê dide 64 xwendekaran. Mihemedê diyar kir ku hewcedariya wan bi gelek melzemeyên qirtasiyeyê heye û got ku piraniya malbatên xwendaran de pirsgirêkên madî hene.
Mihemedê qal kir ku li dibistanê nêzî 2 hezarî xwendekar perwerdeyê dibînin û wiha axivî:
"Dibistana me di pevçûnê de gelekî zirar dît. Di fêrgehên me de pencereyên me tunin, dîwarên me qul in. Deriyê dibistanê jî tune. Rewş li holê ye. Hewcedariya zarokan jî bi qelem, lênûsk, pirtûk û çenteyan heye. Di gelek sireyan de 4 xwendekar defterekê tenê bi kar tînin. Em bi melzemeyên di destê xwe de hewl didin ku perwerdeyê bidin."
- Dixwaze ku bibe mamoste
Ji xwendekaran Semîra Gereza 10 salî jî diyar kir ku dixwaze bixwîne û bibe mamoste. Gerezê qal kir ku rojên nebaş derbas kirin û spasiya mamoste û hevalên xwe yên ku dibistanê ji bo perwerdeyê amade kirin, kir.
Gerezê destnîşan kir ku mamosteyên wan di şert û mercên dijwar de arîkariya wan dikin û da zanîn ku digel her tiştî ji ber ku vegeriyan dibistanên xwe kêfxweş in.