Elif Orhan
14 Hezîran 2016•Rojanekirin: 15 Hezîran 2016
ANKARA
Ossama Awad Elshamyê 31 salî yê ku di serwêsa weşana îngilizî ya Anadolu Agencyê wek sernûçegihan dixebitiya li Nexweşxaneya Nûmuneyê ya Enqereyê ya ku lê dihat dermankirin, wefat kir.
Elshamy di şeva 5ê hezîranê ji serê xwe birîndar bibû û wî rakiribûn nexweşxaneyê.
Elshamy bi awayekî ku hişê wî girtî ye di serwêsa nexweşiyên giran de bû û ji ber ku xwîn pijiqî bû mejiyê wî dihat dermankirin.
Di dema dermankirinê de hişê Elshamy nehat serê wî û Elshamy îro wefat kir.
Polês der heqê sedemên ku bû sedema birîndarbûna Elshamyê de lêpirsînê dike.
Ossama Awad Elshamyê ku li Cîddeyê hatiye dinê û di dawiya sala 2014an de li serwêsa weşana îngilizî ya Anadolu Agencyê wek sernûçegihan dest bi xebatê kir zewicî bû û bavê du zarokên kur bû.
Elshamy di serwêsa weşana îngilizî de ji maseya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur berpirsyar bû. Elshamy bi dê û bavê xwe yê ji Misrê li DYAyê bi cî bibû û bibû welatiyê DYAyê û di sala 2010an de ji beşa zanista siyasetê ya Zanîngeha George Masonê mezûn bû.
Elshamy piştî mezûniyeta xwe di qenala televîzyonê ya ABC Newsê stajyerî û di mijarên der heqê îslamê de bernameya sohbetê pêşkêş kir. Elshamy pişt re di qenalên televîzyonê yên cur bi cur de xebitî û di sala 2011an de li Qahîreyê bi cî bû û li çapemeniya herêmî ya li li Misrê weşana îngilizî dikir de xebitî.
Malbata wî plan dike ku Ossama Awad Elshamy li Misrê veşêre.