03 Nîsan 2016•Rojanekirin: 05 Nîsan 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê karkerekî bi navê Huseyîn Balter (53) ev 15 sal in her roj goşt distine û li kuçe û kolanên bajar dide pisîkan.
Huseyîn Balterê ku mehaneya wî berkeda kêmtirîn e her roj ji kar dedikeve û diçe qesab. Balter ji bo pisîkan xusûsî goşt, dil, hinav û kezebê distîne.
Balter ji nûçegihanê AAyê re got ku ew vî goştî li taxa Balter, Haşimiye, Yildiz û goristana Bedîuzzeman dide 100 pisîkan û malê jî 20 pisîkan xwedî dike.
Balter wiha axivî: "Ez pisîkan pir hez dikim û li ser şopa sahabe Ebû Hureyreyê ku ji pisîkan pir hez dikir diçim. Her meh nîvê mehaneya xwe ez ji bo pisîkan xerc dikim û ev 15 sal in wiha ye. Ew ji dengê min min nas dikin. Dema fîtîniya min dibîhîzin li der û dora min kom dibin. Ez wan wek ewladên xwe hez dikim. Her yek xwedî taybetmendiyekê ye. Ji wan hinek goşt hez dikin û hinek jî kezebê. Dema ew baş bin, ez jî baş im. Dema wesayîtek li wan yekî bixe ez jî xemgîn dibim. Merhemeta mirovan nemaye, tu kes alîkariya heywanan nake. Heke derfeta min hebûya min ê ji bo wan sitargehek ava bikira. Ez benda alîkariya heywanheza me."
- "Ji ber ku ez pisîkan xwedî dikim ez nezewicîm"
Balter got ku heke ew keseka ku wek wî pisikan hez bike bibîne ew dixwaze bizewice û wiha dewam kir: "Ji ber ku ez pisîkan xwedî dikim jiyana min wisa derbas bû û ez nezewicîm, lê ez ne poşman im. Dibe ku bi vê wesîleyê ez bibim qulekî ku Xwedê jê hez dike. Malê birayekî min ê astengdar heye û em bi hev re dijîn. Ji ber ku ez pisîkan xwedî dikim, ew jî naxwaze em bi hev re bijîn. Ji bo ku pisîk birçî nemînin ez nikarim ji bajar herim cihekî din. Heta niha çi di destê min de hebû min ji bo van pisîkan xerc kir."
Balter bangî mirovan kir ku bila ew alîkariya heywanên li kuçe û kolanan bikin.