Türkan Tosun
15 Adar 2018•Rojanekirin: 20 Adar 2018
MALATYA
Li Meletiyê esnafê teqawîdbûyî Kenan Durgun ev 30 sal in ji bo çivîk, kuçik û pisîkan hêlîn, holik û kolikan çêdike.
Durgunê 70 salî ji zarokatiya xwe pê va ji bo çivîkan hêlînan çêdike û li bajêr bi cih dike. Durgun piştî 45 salan dema teqawîd bû li baxçeyê mala xwe atolyeyek ava kir û heta niha 3 hezar hêlîn, holik û kolik ji bo heywanan çêkirine.
Durgun ji bo çivîkan hêlînên ji 13 qatan pêk tên û tê de 150-200 ode hene ava dike ku ew zivistanê di nav avahiyan de nemînin û tê de bihewin.
Durgun got ew van hêlinan jê hinekan dişîne bajarên din û wiha axivî: "Ez van hêlînan wek diyarî ji şaredariyên Edene, Stenbol, Qeyserî, Konya, Eskişehir, Îzmir, Samsun û bajarên din re dişînim. Ez nameyekê jî dixim nav koliyan. Heke ev du sê cihan bên daliqandin wê bibe mînakeke baş, ez wisa difikirim. Heta qeweta min digihêjê ez hewl didim."
- "Di her santêma hêlînan de keda destê min heye"
Der barê çêkirina hêlîn û holikan de Durgun got çêkirina wan qasî hefteyekê dewam dike û wiha axivî: "Di her santêma hêlînan de keda destê min heye. Ji bilî vê ez dixwazim herî kêm ew 100 salî bên bikaranîn, li gor wê çêdikim."