Li gor agahiyê Serkan Guneş di kargeha ku bobelat çêbû de wek xebatkarê tenduristiyê dixebitî. Roja 13ê gulanê ya ku şewat çêbû dakete kana komirê ku hevalên xwe xilas bike.
Guneş piştî bûyerê hevalên xwe ji nav dûmanê derxistin lê xwe jehrî bû û mir. Cinazê wî anîn navçeya Savaştepê da ku defin bikin.
Cînarê Guneş Muharrem Atîlla Başakê ku gora wî kola ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku Guneş amadehiyên xwe dikir ku bizewice. Başak wiha axivî:
"3 hevalên xwe xilas dike. 3 heb maskeyan bi kar tîne û bi zorê derdikeve. Lê li ser maseyekî dikeve û dimre. Bi dayika xwe re dima. Ew dê li kêleka gora bavê xwe bê definkirin."