Serokwezîr Erdogan behsa bobelata madena Somayê kir û wiha axivî: "Li ber me çend mijarên girîng hene, ev bûyer divê bi her aliyê ve bê ronîkirin. Der barê bûyerê de jêpirsîna edlî û îdarî dest pê kir. Înşallah piştî lêkolîn û jêpirsînan sedema bûyerê dê eşkere bibe, kesên ku îhmala wan heye an jî berpirsyarên dê hesabê vê bidin. Hikûmeta me bi xwe vê bûyerê dişopîne."
Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Hûn mecbur in ku tevdîrên xwe bibînin. Tewekul tu carî û tu carî nayê meneya bêtevdîriyê. Baweriya qeza û qederê tu carî û tu carî nayê wê meneyê ku her tiştî hema wisa berdin û bila biçe, nayê wê meneyê ku tevdîrê nebînin. Baweriya Tayyîp Erdogan ya qeza û qederê heye, di nav vê civakê de hejmara kesên ku baweriya wan qeza û qederê heye zêde ye. Lê ez dizanim ku yên ku baweriya wan tuneye jî hene. Di civakê de gelek qunciknivîskar bi vê ve qirfê xwe dikin. Birayê min ê karsaz jî, birayê min ê karker jî divê îhtimala herî xirab bifikirin, li hember vê îhtimala herî xirab mecbur in tevdîran xwe hildin."
Serokwezîr Erdogan behsa hejmara kargehên li Tirkiyeyê û xebatkaran kir û wiha pê de çû:
"Di nav 12 salên dawîn de li welatê me hejmara kargehan ji sedî 111 zêde bû. Berê 727 hezar kargeh hebûn, lê niha milyon û nîvek kargehên me hene. Hejmara xebatkaran jî sedî 128 zêde bû. Li Tirkiyeyê di sala 2002an de 5 milyon kes dixebitîn, lê niha 12 milyon kes dixebitin. Hejmara kargehan û karkeran evqas zêde bû, lê hejmara qezayên kar ji sedî 55 kêm bû."
Serokwezîr Erdogan behsa bobelata madena Somayê kir û wiha got: "Piştî bobelatê li Tirkiyeyê tu tişt nikare êdî wek berê be. Pir bi êş e. Me bûyereke pir giran dît. Ji bo ku êdî ev neqewimin divê em bi hev re bixebitin û ez bawer im em ê bixebitin jî."
Erdogan axaftina xwe wiha qedand: "Tirsa me ji rexneyan tune, xwepêşana li gor hiqûqê, serbestiya xwe îfadekirinê tune. Lê heke rexne di bin navê xwepêşan, protesto û mafê xwepêşana demokrasiyê, îradeya neteweyî, aborî û pêşeroja me tehdît bike, bila tu kes qusirê nenihêre em destûrê nadin vê. Ez bawer im ku hûn ê jî destûrê nedin."