Eşber Ayaydın
09 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2022
Kêlhenekên ku nesla wan li ber qelanê ne û li Bêrecûka navçeya Rihayê, di bin parastinê de ne, ji wan 30 heb ji bo têkevin ser rêya koça teyran, berdan siruştê.
Kelhenekên ku xelkê herêmê wan weke "sembola bereketê" dibînin, li sersanserê cîhanê populasyona wan tenê li welatê Mexribê û Tirkiyeyê mane.

Kelhenekên li Tirkiyeyê li Wîstgeha Xwedîkirina Kelhenekan a Şêfîtiya Bêrecûkê ya girêdayî Rêveberiya 3yemîn Herêma Parastina Siruştê û Parkên Millî tên parastin.
Ji bo ku kelhenek rêya koçê jibîr nekin û herwiha rêya koçê bê şopandin, îsal 30 kelhenek piştî mueyeneya beyteran, bask û nikilê wan hat pîvan nemro li piyên wan hat xistin û piştre berdan siruştê.
Rêveberê 3yemîn Herêma Parastina Siruştê û Parkên Millî Hacı Ahmet Çiçek ji nûçegihanê AAyê re ragihand ku Kelhenek cara pêşî sala 1977an li Wîstgeha Xwedîkirina Kelhenekan a Şêfîtiya Bêrecûkê xistine bin kontrolê.
Çiçek anî ziman ku ji ber nesla kelhenekan li ber qelanê ye ew di qefesan de bi baldarî têne xwedîkirin û dûvre ji nava wan yên here qewî, berdidin siruştê.
Çîçek destnîşan kir ku populasyon li wîstgehê gihiştiye 321ê.