ŞANLIÛRFA
Li Rihayê dê sibê betlana nîvsalê dest pê bike. Ji bêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana destpêkê û lîseyê bi tevahî 604 hezar xwendekar dê dest bi betlanê bikin.
Serdema ewil a perwerdeyê ya 16 îlonê dest pê kir a sala 2013-2014an dê di 24ê kanûna paşîn roja înê bi dawî bibe. Xwendekar û mamoste dê heta 9ê sibatê di betlanê de bin. Piştî betlanê dê di 10ê sibatê roja duşemê serdema duyem a perwerdeyê dest pê bike. Serdema duyem a perwerdeyê heta 13 hezîranê dê dewam bike.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rihayê Metîn Încî, da zanîn ku ji serdema perwerdê ya dê sibê bi dawî bibe gelek sûd wergirtine. Încî spasiyê xwe pêşkêşî kesên ku keda wan di vê serkeftinê de heye kir.