Hin sûriyeyiyên ku ji ber şerê li welatê xwe reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê, li vira zewicîn.
Bi hezaran sûriyeyiyên ku ji bo bijîn mal û milkên xwe li welatê xwe hiştin û revîn Tirkiyeyê û li vir dest bi jiyaneke nû kirin.
Ji ber pîrozkirina cejnê ya li ser sînor û merivatiyê gelek ciwanên tirk û sûriyeyî dizewicin. Tê dîtin ku zewacên wiha di dema şerên navxweyî de jî didome.
Li Reyhanliyê îsal di 11 mehan de 936 mehr hatin birîn. Hat ragihandin ku 71 ciwanên tirk jî bi keçên sûriyeyî re zewicîn.
Serokê Şaredariyê Huseyîn Şanverdî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku ji ber zilma li Sûriyeyê niha 55 hezar welatiyên sûriyeyî li navçeyê dijîn.
Şanverdî got ku heta ku ji destê wan tê alikariyê didin welatiyên sûriyeyî.