26 Hezîran 2016•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2016
ŞIRNAK
Tahir Gençê 90 salî yê ku li Îdîla navçeya Şirnexê dijî, di vê temenê xwe de zeviyê cot dike û dixebite.
Li gundê Kurtuluşê her kes Tahir Genç bi jêhatîbûna wî ve wî nas dike. Lewra ew her sibe zû radibe dimeşe, paşê diçe bi motorê ve zeviya xwe cot dike, bax û baxçeyê paqij dike.
Genç, xwediyê 7 zarokan û 42 neviyan e û xebatê pir hez dike.
Genç ji nûçegihanê AAyê re got ku ew ji 10 saliya xwe pê ve bax û baxçeyê re eleqedar dibe û wiha axivî: "Ez pir dimeşim. Hewa gundê me jî xweş e. Em havînê fêkî û sebzeyan hişk dikin û zivistanê dixwin. Ez zû radizêm û zû radibim. Xwarinên organîk dixwim. Berê me zevî bi ga va cot dikir û em pir diwestiyan. Niha em bi motorê ve cot dikin. Baxçeyên me yên zeytûn, fisteq û fêkiyan heye. Em him bi xwe dixwin û him jî didin mêvanên xwe. Ez karê xwe bi xwe dikim, ji tu kesî alîkariyê naxwazim."
Genç ji ciwanan re got ku bila pir bixebitin.
Mehmet Nurî Gençê birayê Tahir Genç jî got ku ew li gund dara diçikîne û wiha axivî: "Qasî ku giringiyê dide çikandina daran, giringiyê dide perwerdeya zarokan a dînî jî. Tiştên ku dizane hînê zarokên gund dike."