Li Gazîantepê 4 ajokarên jin, otobêsên ku di nav bajêr de xizmetê didin, diajon.
Şaredariya mezin li bajêr pêngevek avêt û cara ewil, ji bo dezgeha otobêsan ajokarên jin îstihdam kir. Jin, piştî perwerdeya teorîk û pratîk derketin rê. Jinên ku rojê 6 saetan li ser qoltuxa direksiyonê ne, arîkariya aboriya mala xwe dikin. Ajokarên jin girêdayî Midûriya Şûbeya Dezgeha Otobêsan ya Serokatiya Daîreya Îkmal û Temîra Makîneyan dixebitin. Wer xuya ye ku ajokarên jin ji karê xwe gelek memnûn in.
Ji ajokaran Mûzeyyen Yilmazê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku berê jî wek operatora vîncê xebitî û ev 4 me in jî bi otobêsan di nav bajêr de xizmeta rêwiyan dike. Yilmazê diyar kir ku di ragihîna giştî de xizmata gel dikin û wiha axivî: "Piştgirî dan me û em jî bûn ajokarên jin yên ewilîn yên bajêr. Nêzî 23 salan e ku ez di tarfîqê de me û niha jî min xwest ku ez bi gel re bim. Vî karê bi kêfxweşî dikim."
Yilmazê dest nîşan kir ku ji welatiyan bertekên erênî dibînin û hevpîşeyên wan yên mêr jî di trafîqê de rê didin wan.
Çîgdem Akê jî got ku di serî de hinek fediyok tevgeriya lê pişt re bi xebata xwe vê yekê jî çareser kir. Akê got ku jin êdî di her qadê de dixebitin û wiha axivî: "Gava ku min bihîst şarederî dê ajokarên jin bigire min demildest serî lê da û piştî nirxandinê hatim pejirandin. Em piştî perwerdeyê derketin trafîqê. Em niha bi awayekî çalak dixebitin. Ev kar ji bo jinan hinekî zehmet e, lê şikir em bi ser ketin. Înşaellah dê çêtir jî bibe. Ji ber ku piştgiriyê didin me û ev yek jî dibe sedem ku em bêtir hewl bidin. Jin û mêr hîç ferq nake, her kes dibêje me ku "helal be ji we re" û ji bo me çêpîkan lê dixin. Nimayîş xweşa me diçin. Jin êdî dikarin her karî bikin."
- "Me pêşdarazî hilweşandin"
Tuba Okutucuyê jî anî ziman ku bi piştgiriya hevjînê xwe ket vî karê. Okutucu dest nîşan kir ku berê jî ji meraqdarê ajotina erbeyan bû, lê tu carî ajotina otobêsan neketibû hişê wê û got ku karê ku dikin ne hêsan e.
Okutucuyê got ku rojên kar yên ewilîn de hinekî zehmetî kişandin lê pişt re pêşdarazî hilweşiyan û niha her kes hîn bû. Em peyamnê gelek xweş distînin, em niha 4 jin in lê bi bawer im ku ev jimar dê zêde bibe.
Welatiyan jî got ku em ji vê yekê kêfxweş in.