Bahadır Arıcı
04 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2025
Li Egîrdîr û Aksuya navçeyên Ispartayê baxçeyên gulan bi rengê zer û tûtik xemilîn û dîmenekî xweş derket holê.
Li quntara zozanên Sorkun û Melîklerê ji bo rûnên wan gul tên çandin û baxçeyên gulan her demsal bala siruşthez û wênekêşan dikişînin.
Havînan gulên helesor baxçeyan dixemilînin, di demsalên din da jî li baxçeyan cimbişa rengan çêdibe.
Digel ku zivistan e jî baxçeyên gulan bi rengên payîzê û bi tonên rengên pastel rengîn bûn û dîmenên xweşik radixin ber çavan.