Haydar Şahin
03 Gulan 2019•Rojanekirin: 05 Gulan 2019
Bi dehan baxçeyên li herêmên cuda yên Xezeyê bi cureyên kulîlkan û rengên curbicur va xitabî dil û çavên welatiyên Filistînê dikin.
Îzedîn Ebû Suweyrahê li Muxragaya herêma Xezeyê li ser 2,5 dolim erdî baxçe ava kiriye û lê bi desan cure kulîlkan hêşin dike dixebite ku li baxçeyê dert û kedera xwe ji bîr bike.

Suweyrah daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kesên tên baxçeyê rengîn ziyaret dikin û kulîlkên curbicur dikirin şaş û metel dimînin û ji bo ku vê xweşikahiyê ji bîr nekin jî wêneyan dikişînin.
Suweyrah (42) destnîşan kir ku di 15 saliya xwe da li baxçeyê mala xwe wekî hobî dest bi danîna kulîlkan kir, baxçeyê xwe ya ewil di sala 2001ê da li qadeke pêçûk vekir lêbelê bi kulîlkên ku teze hêşin kir va baxçeyê wî hat vî halî.

Suweyrah got ku dem derbas bû û agahiyên li ser danîna kulîlkan hîn bû û gelek cure kulîlkên li Xezeyê tunebûn anî û danî.
Di nav kulîlkên Suweyrah datîne dike da kulîlka gerbera ya ku li Asya û Başûrê Afrîkayê hêşin dibe jî heye. Petunyayên ku berê li Xezeyê hêşin dikirin û bejna wê ji 25 santêmî derbas nedibû jî li baxçeyê Suweyrah bi qasî mêtreyekê bilind dibin. Kulîlka vîktoryayê ku bi tenê du rengên wê hêşin dibûn jî êdî bi 7 rengan tên danîn.

Suweyrah destnîşan kir ku ligel dorpêça Îsraîlê van kulîlkan datîne û ji bo vê jî kêfxweş dibe.
- Kesên ji dorpêçê direvin li baxçe bîna xwe didin
Welatiyên Filistînê yên ku dixwazin pirsgirêkên ji ber dorpêçê ji bîr bikin park û baxçeyan ziyaret dikin.
Îzedîn Ebu Xalidê wekî bi hezaran welatiyên Filistînê tengasiyan dikişîne û li baxçe dixebite hemû dema xwe ji bo kulîlkên ku enerjiya pozîtîf didin wî xerc dike.
Ebu Xalid got li gor salên berê îsal kulîlk kêm tên firotin û wiha axivî: "Mirov xirabeyan dibînin û aciz dibin, êdî dixwazin li der û dora xwe tişt û dîmenên xweşik bibînin. Dixwazin ciyên bîhna wan fireh dikin bibînin."
- Baxçeyan ji dorpêçê zirar dîtin
Her çiqasî li baxçeyê Suweyrah cureyên kulîlkan tên danîn jî ji tengasiyên dorpêça Îsraîlê xilas nabe.
Ji bo ji pirsgirêka tunebûna av û ceyranê xilas bibin li baxçe sîstema desalînasyonê û navenda vejenê hatiye avakirin.
Baxçeyê Suweyrah di Operasyona Xeta Parastinê ya Îsraîlê ya 2014an da zirareke mezin dît.
Li gor daneyên Wezareta Çandiniyê ya Filistînê ji sala 2006an a destpêka dorpêçê vir da li Xezeyê erdê lê kulîlk datanîn ji 800 dolimî dakete 20 dolîm erdî.