Fatih Gazioğlu
03 Gulan 2019•Rojanekirin: 05 Gulan 2019
Zarokên Diyarbekirî di çarçoveya "Projeya Lîga Lîstikên Zarokan yên Berê" da bi lîstikên kevneşopî dileyîzin.
Proje bi hevkariya Federasyona Kulubên Spor û Listîkên Zarokan (ÇOSKF) û Qaymeqamtiya Sûrê tê meşandin. Di çarçoveya projeyê da ji 10 mekteban bi qasî 150 zarok beşdarî pêşbaziyên lîstika xizik/linglî û revandina destmalê bûn.
Nûnerê ÇOSKFê yê Bajêr Veysî Nazli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku pêşbaziyên lîstikan 14ê nîsanê dest pê kirin û wê heta 10ê gulanê dewam bikin. Nazli got ku zarokan eleqeyeke mezin nîşanî lîstikên kevneşopî yên berê dan û wiha axivî:
"Heman pêşbazî ji bilî Diyarbekirê, li Mêrdîn, Şirnex, Stenbol û Îzmirê jî tên lidarxistin. Piranî lîstika xizik/linglî û revandina destmalê tê leyîstin. Tîmên lîstikan yên bi ser ketin wê 13-17 gulanê beşdarî pêşbirkên nîvefînalê bibin. Me li Diyarbekirê eleqeyeke mezin dît. Ji 10 mekteban qasî 150 xwendekar beşdarî lîstikan bûn."
Ji xwendekaran Beytullah Menteş got ku ew ji ber van lîstikan ew gelekî kêfxweş bûne û wiha axivî: "Dema mamosteyên me behsa lîstikan kirin em pir bi kelecan bûn. Me ev çend roj e amadehî dikirin. Bi saya listîkan me stres avêt û em pir kêfxweş bûn."