MARDÎN
Sultan Kosenê ku xwedî nasnava "mirovê herî bejindirêj yê dinyayê" û bejna wî 2 mêtre 51 santêm e, li Mêrdînê bi Merwe Dîboya ku ji Sûriyê ye re zewicî.
Kosenê ku li Dêrika navçeya Mêrdînê dijî û destên wî 27,5 santêm û piyên wî 36,5 santêm in, ketiye Kitêba Rekoran ya Guinnessê. Kosen, Dîboya ku bi eslê xwe ji Sûriyeyê ye re li Mêrdînê Navenda Danûstandinê Movayê zewicî.
Gelek mêvanên ji Tirkiyeyê û ji dervayê welat hatine, beşdarî dewatê bûn. Kosen di dewatê de gelek kêfxweş bû û bi Dîboyê re reqisî. Kosen wiha got, "Îşev daweta me ye. Ez pir bi kelecan im û di dinyayê de merivê herî şa û kêfxweş ez im. Înşellah ev kêfxweşiya me wê bidome.
Kosen ji ber ku bi Merwe Dîboyê re zewiciye pir kêfxweş e û got "Min hevala jiyana xwe dît. Ez hêvî dikim ku ev kêfxweşiya me bidome."
Hat ragihandin ku ji bo cil û bergên Kosen yên dewatê 6 mêtre qumaş hatiye bikaranîn û di 3 rojan de jî ji vî qumaşî desteyek kinc hatiye çêkirin.