MARDİN
Sultan Kose ku bi qama xwe ya 2 metro û 51 santîman li cîhanê zilamê herî dirêj e, dibe xwediyê mezeleke fireh ku tê de rehet bike.
Malbata Kose li gundê Dedeya li ser Dêrikê dijî, ji bo xwe malake nû çêdikin. Di mala nû de ji bo Sultan Kose mezeleke 25 qeremetreyî û 3 metre û nîv jî bilind tê avakirin. Kose ji AAyê re daxuyand ku doktorên Guînnessê hatine qama wî pîvane û qama wî, bi dirêjbûneke 4 santîm û nîvan, bûye 2 metre û 51 santêm.
Kose bi bîr xist ku li gorî Pirtûka Rekorên Guinnessê hê jî li cîhanê mirovê herî dirêj e û êdî qama wî dirêj nabe. Kose, da zanîn ku him li welat him jî li derveyî welat di pêşangeh û bernameyan de danasîna Mardîn û Tirkiyê dike û wiha dewam kir: "Ez, li giravên Haîtiyê 2 mehan li sîrkekê xebitîm. Min çand û mirovên cuda naskirin. Piştre li Los Angelesê Mîhrîcana Tirk hat lidarxistin. Ez ji bo danasîna Mardînê çûm wê derê û li standa Mardînê mam. Piştî ku min nasnavê 'Mirovê Herî Dirêj' sitend gelek sazî û kesan, soz dane min lê gelekan soza xwe ji bîr kirin. "
Kose, ji ber çêkirina mala nû kêfxweşiya xwe da nîşan û wiha dewam kir: "Alî Agaoglu, 2 sal berê soz da ku malekê ji min re çêke. Mixabin hê jî çênekiriye. Bavê min bi derfetên xwe malê çêdike. Mala me ya kevin, ji bo min piçûk bû, deriyên wê teng bûn. Bavê min, dê di nav malê de mezeleke taybet çêke. Dê qaçê wê bilind be, serşok û derî fireh bin. Ez digihîjim daxwaza xwe ya pêşîn. Daxwaza min a din jî zewac e, înşelah ez ê yekê li gorî xwe bibînim."