Muhammed Onur Yavrutürk
22 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2024
Li Wanê di rojên dawî da ji ber barana gur ava Sûlava Muradiyeyê zêde bû.
Sûlava li ser Çemê Bendimahiyê ku li navçeya Muradiyeyê ye, her demsal bi sirûşt, sûlav û menzereyên xwe yên xweş va bala turîstên xwemalî û biyanî dikşîne.
Di rojên dawîn da li herêmê baranek zêde dibare û bi baranê ra ava sûlavê jî gur bû û hejmara ziyaretvanên herêmê jî zêde bû.
Bi taybetî kesên ji wêneyên sirûştê hez dikin tên herêmê wêneyan digrin.
Ji ber baranê ava sûlavê şêlû bû û ev dîmen bi droneê va hatin girtin.