Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Lijneya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê bi dest xist, nifûsa Tirkiyeyê 76,6 milyon e. Stenbol bi nîfusa xwe ya 14 milyon û 160 hezar û 467 kesan ve sedî 18.4ê nifûsa Tirkiyeyê ye.
Bi gotineke din, ji 100 kesî 18 kes li Stenbolê dijîn.
Di salên ewil ê komariyê, di hilbijartina sala 1927an de nifûsa Stenbolê 806 hezar û 863 kes bû. Lê niha nifûsa Stenbolê ji Kuba, Belçîka, Macarîstan, Tunus, Portekîz, Komariya Çekê, Mirîtiyên Ereban ên Yekbûyî, îsveç, Rûsya, Îsvîçre, Avusturya jî di nav de ji 130 welatan zêdetir e.
Di 5 salên dawîn de milyonek û 245 hezar û 309 kes li Stenbolê zêde bû.