MUŞ
Zarokên ku li Mongoka gundê Mûşê dijîn li ber devê çeman zêlû kom dikin, tînin difiroşin û bi saya serê firotina wan jî xercaneyên xwe qezenc dikin.
Zêlû bi piranî li cihên avî dijîn û ji hêla mirovan ve ji bo hin nexweşiyan wek derman tên hesibandin û bikaranîn.
Zarokên ku li Mongoka gundê Mûşê ne jî vê eleqeya li hemberî zêlûyan ji xwe re kirine rêya pere qezenckirinê, lewra zarok her roj di nav kevz û giyayên derdora çem de li zêlûyan digerin û diqefêlin.
Zêlûyên ku zarok diqefêlin berê hundirê şûşekî didin û li ser rê difiroşin mêvanên ku tên gund û diçin, bi vê sayê jî xerciya xwe qezenc dikin.
Di nav dermanên kurmancî de zêlû ji rêyên şîfayê yek e û wisa tê bawerkirin ku bi kar anîna wan ji bo birînên bi kêm, varîs, bayê di canê mirov de re derman e.
Seher Çetîn a ku tevlî hevalên xwe zêlûyên li ber devê çem berhev dike û difiroşe diyar kir ku her roj serê sibehê zû radibin tên ber devê çem, dest bi berhevkirina zêlûyan dikin û wiha dewam kir: "Em wan zêlûyên ku berhev dikin li ser rê difiroşin gundî û mêvanan.
Kadîr Çetîn jî destnîşan kir ku heba zêlûyekê bi lîreyekê difiroşin û bi vê sayê jî di hersê mehên havînê de ji xwe re xerciya xwe qezenc dikin.