Şofêrên ku rêya Gazîantep û Şanliurfayê 150 kîlometro kin dike bi kar tînin, wesaîtên xwe li kelekê siwar dikin û ji ser Çemê Firatê derbas dibin. Ji ber vê jî eydiyê de barkêşiya bi kelekan zêde ye.
Hin şofêrên ku ji navçeya Arabanê dixwazin biçin bajaroka Goganê û navçeya Xelfetiyê di şûna bikaranîna guzergaha Gazîantep, Nîzîp û Bîracikê de wesaîtên xwe bi kelekê derbasî aliyê din dikin.
Şofêr tên gundê Tarlabaşiyê û wesaîtên xwe li kelekan siwar dikin û ji ser Çemê Firatê derbasî aliyê Şanliurfayê (Riha) dibin. Bi vî awayî jî rêya wan nêzî 150 kîlometre kêm dibe. Nêzî 10 salan e ku ev rêbaz ji hêla kesên bi vê yekê dizanin ve tê bikaranîn û hat ragihandin ku di eydiyê de barkêşiya bi kelekan zêde bû.
Muslum Kirmizioglan ê ku li ser Çemê Firatê bi kelekê karê barkêşiyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kesên dixwazin ji Gazîantepê derbasî Rihayê bibin kelekê tercîh dikin û wiha pê de çû: "Di navbera Araban û Xelfetiyê de 190 kîlometre rê heye û dema meriv bi kelekê derbas bibe ev rê 40 kîlometre ye. Rojê em nêzî 100 wesaîtî derbasî hember dikin lê ji ber eydiyê hejmar derket du qatan û karê mê zêde ye."