Türkan Tosun
01 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2019
Li Eyyubiyeya navçeya Şanliurfayê Muhammed Cîhan Bozê 13 salî yê ku milê wî yê çepê seqet e û bi saya bavê xwe yê futbolîst ê amator dest bi futbolê kiriye dixwaze bikeve tîma neteweyî û qeleparêziyê bike.
Milê çepê yê Muhammed Cîhan ji dayikbûnê pê va seqet e û ji ber vê wî gelekî zehmetî kişandiye.
Bavê wî yê futbolîst ê amator qeyda Muhammed Cîhan di Kluba Futbolê ya Amputeyê ya Astengdarên Bedenî ya Şaredariya Eyyubiyeyê da çêkiriye ku ew futbolê bilîze.
Muhammed Cîhan ji ber ku xortekî zîrek e û qeleparêzekî baş e rahênerên wî pê ra pir eleqedar dibin.

Meha çûyî Kampa Werzişvanên Junîor a Navneteweyî ya ji hêla Federasyona Futbolê ya Amputeyê ya Ewropayê (EAFF) va wê bê lidarxistin Muhammed Cîhan vexwende kampa li Almanyayê. Armanca Muhammed Cîhan ew e ku ew formaya tîma neteweyî li xwe bike û di şampiyoniyên Ewropa û dinyayê da tîma neteweyî temsîl bike.
- "Bavê min piştgiriyeke mezin dide min"
Muhammed Cîhan Boz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand beriya ew dest bi futbolê bike jiyana wî ya rojane bipirsgirêk bûye, dersên wî pir nebaş bûne û wiha axivî: "Bi saya bavê xwe û mamoste Mustafa ez beşdarî Tîma Futbolê ya Amputeyê ya Şaredariya Eyyubiyeyê bûm. Ji bo ku min hilbijêrin tîma neteweyî ez zehf dixebitim. Armanca min a herî mezin ew e ku ez bi formaya neteweyî va di şampiyoniyên Ewropa û dinyayê da serkeftinên baş bi dest bixim. Bavê min piştgiriyeke mezin dide min. Em di nav hefteyê da 3-4 rojan antermanan dikin . Em ne wek bav û kur in, em wek hevalan in."
- "Em bi malbatî bi wî serfiraz in"
Halîl Bozê bavê Muhammed Cîhan jî got bi saya futbolê kurê wî ji nû va hatiye dinyayê, di demeke kin da pir serkeftî bûye ku ew ji ber vê serkeftinê kêfxweş e.
Boz got Muhammed Cîhan berê zarokekî bêdeng û tenê bûye, lê piştî futbolê gelekî guheriye û wiha dewam kir: "Em tên bi hev ra antremanê dikin. Di demeke nêz da ewê here Almanyayê û beşdarî Kampa Werzişvanên Junîor a Navneteweyî ya ji hêla Federasyona Futbolê ya Amputeyê ya Ewropayê (EAFF) bê lidarxistin bibe. Hêviya min ew e ku kurê min wê di dahatûyê da bi formaya hîv û stêrk va wê serkeftinên baş li dest bixe. Em bi malbatî bi wî serfiraz in."

- "Ewê di dahatûyê da ji bo Tîma Neteweyî ya Amputeyê bê hilbijartin"
Rahênerê Tîma Futbolê ya Amputeyê ya Şaredariya Eyyubiyeyê Mustafa Bebe jî got ev tîm 5 sal berê di nav şert û mercên dijwar da hatiye avakirin û xebatên xwe didomîne.
Bebe got Cîhan xortekî jêhatî ye û wiha axivî: "Em futbolîstên ciwan ên wek Muhammed Cîhanê 13 salî digîhînin. Qeleparêzê me yê ciwan Muhammed Cîhan xwedî qabiliyeteke baş e. Ez bawer dikim ewê di dahatûyê da ji bo Tîma Neteweyî ya Amputeyê bê hilbijartin û serkeftinên mezin bi dest bixe."