Türkan Tosun
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
ŞANLIURFA
Li Herrana navçeya Şanliurfayê ji ber barana gur hin avahî û tewle di bin avê da man, 14 heywan telef bûn.
Şev qasî nîv saetê baraneke gur barî. Li taxa Alacayê 4 avahî, li taxa Ozluyê jî 2 tewle di bin avê de man. Ji ber baranê 14 heywan telef bûn, zeviyan zirar dît.
Qaymeqamê Herranê Omer Faruk Çelîk û Fermandarê Cendirmeyan Murat Uyanik çûn cihên ku di bin avê de mane û bi welatiyan re axivîn.
Waliyê Şanliurfayê Abdullah Erîn jî telefonê Qaymeqam Çelîk kir û der barê bûyerê de agahî hilda.