Abdullah Söylemez
06 Îlon 2022•Rojanekirin: 07 Îlon 2022
Li Agiriyê ber û berhemdariya bostanên ku berhevkirina wan dest pê kir, hilberîner kêfxweş kirin.
Li bajêr bi tesîra baranên biharê, ber û berhemdariya berhemên çandiniyê zêde bû. Her wisa navenda parêzgehê di serî da li navçeya Bazîdê û gundên wê, berhevkirina berhemên bostanan didome.

Cotkar di berhevkirina berhemên xwe yên çandiniyê yên wekî pîvaz, bexdenûz, îsot, fasulye, bacanê reş, xiyar, kundir, zebeş, qire, qawûn, gilgil û dendikên guleberojan da berdewam in.
Bostanên ku berhevkirina wan didome, ji hêla ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) bi droneê hat kişandin.

Cotkarê Bazîdî Musa Koç ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, berhemên bostanê wan ê li ser 30 dekar erdî pir bi tam in û ew dixwazin bostanê xwe saleke din mezintir bikin.

Koç bal kişand ku ber û berhemdariya îsal zêdetir bû.
Nurettin Alagozê ku li navenda parêzgehê bostanê wî heye jî diyar kir ku ew li ser 50 dekar erdî, berheman diajo û wiha got, "Ber û berhemdariya îsal li gorî salên berê pir baştir bû. Em berhemên xwe li ser dezgehê me yê li ber serê zeviyê difiroşin. Herkes tê û ji vir dikire û diçe."