ŞANLIURFA
Julîa Toksoza rûs 7 sal berê bi Cîhan Toksozê Şanliurfayî re zevicîbû. Julîa Toksoz bû misliman û navê xwe guherand û kire Hulya.
Ji bo Hulyayê li miftîtiya bajêr merasim hat lidarxistin, Miftî Îhsan Açik axivî û ji bo ku bû misliman Julîa Toksoz pîroz kir. Açik qala girîngiya îslamiyetê kir û ji Qur'ana Pîroz û ji jiyana Hezretî Mihemed çend mînak da.
Di merasimê de Qur'ana Pîroz û dua hatin xwendin.
Açik di dawiya merasimê de Qur'ana Pîroz û kitêbeke fiqhê diyarî Hulyayê kir.
Hulya Toksozê diyariya xwe hilda got gava ku bû misliman di bin bandora kesekî de nemaye û zehf şa bûye.