Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn ya Navneteweyî (IMPR) li Ankarayê konferansa ku "Kurd li ser Modela Aştî, Demokrasî û Çareseriyê Nîqaşê Dikin" li dar xist. Di roja ewil a Konferansê de Serokê Ofîsa Têkiliyên Derve yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Hemîn Hawramî jî wek axaftvan beşdarî konferansê bû û bal kişand ser rewşa Kurdan a li Rojhilata Navîn û got: "Rewşa Rojhilata Navîn diguhire. Di sedsala dawîn de ev cara ewil e ku kurd evqas çalak in. Êdî kes nikare li ser navê wan biryarê bide lewra ew bi xwe biryara xwe didin. Xwînrijandin zirarê dide her kesî û em naxwazin xwîn bê rijandin."
Hewramî diyar kir ku pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê jî bi pirsgirêka kurd a Rojhilata Navîn ve girêdayî ye û wiha pê de çû: ''Li hemû erdnîgariya ku kurd lê dijîn pirsgirêka herî mezin terîfkirina welatîtiya wan e, lewra kurd di vê terîfê de wekheviyê dixwazin. Ewna kurdan li gor rastiya eslê wan qebûl nakin û ji ber vê jî her tim wan înkar û asîmîle dikin. Pirsgirêka kurd ne pirsgirêkeke leşkerî û ewlehiyê ye. Bi zimanê zikmakî perwerdehî tuneye û di welatîtiyê de jî wekhevîtî tuneye, pirsgirêka herî mezin ji ber van kêmasiyan e. Ew tiştên ku em der barê hev du de difikirin divê êdî baştir bin. Lewra ji bo ku em çareseriyeke çêtir bibînin ev pir girîng e. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê ne pêvajoyên wextderbaskirinê, pêvajoyên helkirinê bên dîtin. Em dibînin ku hin xebat ji bo berjewendiyên siyasî tên kirin. Ev ne rast in lazim e ku em ji hev du bawer bikin. Heke ev pêk neyê kîjan alî qezenc bike dê yê din winda bike. Di vê pêvajoyê de dema ku aliyekî tiştek kir divê aliyê din jî vala nesekine û tiştê ku ji destê wî tê bike."
Hewramî ji bo pêvajoya çareseriyê ya ku niha li Tirkiyeyê didome jî axivî: "Pakêta Demokratîkbûnê helbet hemû daxwazên kurdan bi cih nayîne lê ev nayê wê wateyê ku mirov bibêje ev bestek bi kêrî tu tiştekî nayê. Mirov nikare bibêje ya erê yan na. Divê em di rêyeke rast de bimeşin, lewra li Tirkiyeyê besteka demokratîkbûnê nîşaneya guherînê ye. Lazim e ku ev bestek baş bê fehmkirin. Verastkirinên bi destûrî û guhertinên bikok hewce dikin. Lazim e ku rewşa Ocalan jî bê guhertin û dest bi siyaseteke çalak bike. Ji bo ku aştî her tim hebe ev lazim e. PKK jî divê ji çalakiyên ku pêvajoyê bixe tendgasiyê dûr bisekine. Ji bo bestekeke çêtir divê mirov bifikire û li ser xeberde."
Hewramî dest nîşan kir ku ji bo aştiyeke çêtir divê her du alî jî fedakariyê bikin û wiha pê de çû: "Em piştgiriyê didin vê pêvajoya çareseriyê û ez dibêjim ku em PDK çi alîkarî lazim be em amade ne ku bikin. Em ji ber ku ev pêvajo baş diçe li vê derê ne. Çi ji destê me bê em amade ne ku bikin."
Hawramî diyar kir ku Konferansa Neteweyî ya Kurdan a ku ji ber hilbijartinên HKIFyê hatibû paşvexistin dê di 25ê kanûna 2013an de bê kirin.