20 Sibat 2017•Rojanekirin: 21 Sibat 2017
ANTALYA
Cemreya ewil a ku di erebî da tê wateya "agir", "halê agirîn" a ku germbûnê îfade dike û wekî mizgîniya biharê tê qebûlkirin, ket hewayê.
Li Kumlucaya navçeya Antalyayê bi ketina cemreyê û germbûna hewayê ra darên fêkiyan kulîlk vedan. Herwiha li çolê jî laleyan kulîlk vedan.
Wisa tê bawerkirin ku hersal cemreya pêşîn di 20ê sibatê da dikeve hewayê û herwisa hefteyek li pey hev ya duyemîn dikeve avê û ya herî dawîn jî di 6ê adarê da dikeve axê.