Li gor agahiyên ku peyamnêrê AAyê ji daneyên rêvebiriyên av û kanalîzasyonê yên şaredariyan û Midûdiriya Giştî ya Karên Avê ya Dewletê berhev kir, rêjeya dagirtina bendavan wiha ne: Bendava Omerli ya li Stenbolê ji sedî 42.11, Bendava Pabûçdereyê ji sedî 0.18, Bendava Sazlidereyê ji sedî 17.06, Bendava Buyukçekmeceyê ji sedî 29.26, Bendava Alîbeyê ji sedî 21.05, Bendava Terkosê ji sedî 40.99, Bendava Kazandereyê ji sedî 14.84, Bendava Elmaliyê ji sedî 6.7, Bendava Darlikê ji sedî 30.26 û Bendava Istrancalarê ji sedî 12.97 tije ne.
Hat kifşkirin ku rêjeya dagirtina bendavên giştiyê bajêr jî, ji sedî 30.87 e.