Abdullah Tel
10 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2020
Ji ber sir, seqem û hewaya sar a mirov dişewite Çemê Muradê qerisî û ser rûyê wê jî cemed girt.
Li bajarê Agiriyê hewaya sar pir bi tesîr e û rûyê Çemê Muradê yê ku di nav Taxa Sala 100emîn da derbas dibe jî cemed girtiye û wek nîşana sir û seqemê xuya dike.
Çemê Muradê qerisî û rûyê wê cemed girt
Di hewaya sar da guliyên daran û berên li devê çem xusûk girtin û ev yek bi çemê qeşagirtî va dîmenên xweş raxist pêş çavan.
Ji şêniyên bajêr hin kesan wesayîtên xwe bi betanî, cil û bergan pêçan û xwestin ji sermayê biparêzin.
Şahîn Keleşê ji bajarê Agiriyê got ku hewaya sar bi tenê ne li ser mirovan li ser siruşt, rewil û heywanan jî tesîr kir û wiha pê da çû: "Hewa ji nişka va sar bû. Av qerisî, rûyê çeman cemed girt. Dema em diçin kar zehmetiyê dikişînin."