14 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2015
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar bi şev di bin sifirê da 18 pileyî ve li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiya ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hat sitandin, yê texmînkirin ku hewayê ewrawî û sayî be. Sibê û şev wê car caran qeşa, mij û dûman çêbibe.
Li herêmê hewaya herî sar bi şev di bin sifirê da 8 pileyî ve li Erdexanê hat pîvandin. Duh bi şev germahiya hewayê li Agiriyê di bin sifirê da 15 pile, li Qersê di bin sifirê da 14 pile, li Erziromê di bin sifirê da 13 pile, li Erzîncanê di bin sifirê da 10 pile, li Tunceliyê di bin sifirê da 4 pile, li Îdirê di bin sifirê da 2 pile hat pîvandin.
Li herêmê hewaya herî germ a bi roj wê li Tunceliyê 12 pile, li Erzincanê 5 pile, li Îdirê pileyek, li Erdexanê di bin sifirê de 7 pile, li Agiriyê di bin sifirê de 6 pile, li Qersê di bin sifirê de 5 pile, li Erziromê 2 pile be.
Qalindahiya berfê ya li Agiriyê 7 santîm, li Erzirom û Qersê 3 santêm, li Erdexanê 2 santêm, li Navenda Xweşiqitandinê ya Konakliyê ya Erziromê 45 santêm, li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê 40 santêm, li Navenda Xweşiqitandinê ya Erganê ya li Erziromê 15 santêm, li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê ya li Sariqamişa navçeya Qersê jî 9 santêm hat pîvandin.
Li navenda Erziromê hewz û şadirwanên mizgeftan qeşa girt.
Li Erdexanê jî gola Çildirê qeşa girt û welatî dikarin bi rehetî li ser rûyê gola ku qeşa girtiye bimeşin.