Mesut Varol
29 Hezîran 2024•Rojanekirin: 30 Hezîran 2024
Cesedê ciwanê ku di 20 hezîranê da ji bo hênikbûnê ketibû Gola Wanê û paşê winda bibû hat dîtin.
Ahmet Hîlmî Hanalpê 22 salî li navçeya Tuşbayê bi hevalên xwe ra dema nêzî Girava Çarpanakê di golê da soberî dikir winda bû, xebatên lêgerîna ciwanê winda îro jî dewam kirin.
Ekîbên Fermandariya Ewlehiya Perava Gola Wanê, Lêgerîn û Xilaskirina Binê Avê ya AFADê, Midûriya Ewlehiyê, Serokatiya Daîreya Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin li golê û peravan xebat kirin.
Cesedê ciwanê 22 salî li peravên Gola Wanê di 22 mêtro kûrahiyê da hat tesbîtkirin û ekîban ew ji nav avê derxist û teslîmê ekîbên tenduristiyê kir.
Cenazeyê Hanalp ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tibê Edlî.