Özkan Bilgin
02 Sibat 2025•Rojanekirin: 21 Sibat 2025
Li Wanê qismekî rûyê Gola Wanê di sir û sermayê da qerisî û cemed girt.
Li navçeya Edremîtê, qismekî peravê cemed girt û paşê bi pêlan ra parçeyên cemedê derketin qeraxan.
Zîlan Başaka ku bi têlefona xwe ya destan dîmena cemedê kişand, ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir, her çend ava Gola Wanê şor e û bi soda be jî rûyê wê qerisiye û ev rewşeke ender e.
Başakê wiha xeberda, "Dema me dît ku rûyê golê qerisiye, me xwest ku wêneya wê bikişînin. Ev timî çênabe. Ev rewş bi gelemperî li qeraxan û li cihên ku ava şêrîn diherike golê, tê dîtin. Perçeyên cemedê yên li ser rûyê golê, dîmeneke xweş derxistibû holê."