Ji bo Hamza Yildirimê yek ji 3 eskerên ku li Şirnexê di êrîşa endamên rêxistina terorê ya PKKyê da şehîd ketin, li Mizgefta Kocatepeyê merasima cinazeyê hat çêkirin.
Di merasimê da Serokê TBMMyê Îsmet Yilmaz, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokê Sererkaniyê Necdet Ozel sersaxî dan malbata Hamza Yildirim.
Piştî nimêja îniyê Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez nimêja cinaze da kirin.
Alîkarên Serokwezîr Yalçin Akdogan û Alî Babacan, Wezîrê Parastina Neteweyî Vecdî Gonul, Wezîrê Ticaret û Gumrukê Nurettîn Canîklî, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker, Wezîrê Spor û Ciwaniyê Suat Kiliç û gelek welatî beşdarî merasimê bûn.
Cinazeyê Yildirim li gundê Karahamzaya Balayê hat veşartin.
- Cinazeyê Tanriverdî li Meletiyê hat veşartin
Cinazeyê Tegmenê Piyade Îbrahîm Tanriverdî ku di êrîşê da şehîd ket li Meletiyê hat veşartin.
- Cinazeyê Kandemir li Denizliyê hat veşartin
Cinazeyê leşker Omer Kaan Kandemirê ku şehîd ket bi balafira leşkerî birin Denizliyê û li welatê wî veşartin.