23 Gulan 2016•Rojanekirin: 23 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Civîna Mirovî ya Dinyayê li Stenbolê bi merasimekî ve dest pê kir.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Sekreterê Giştî yê NYê Ban Kî-mun, serokên hikûmetên 60 dewletan, wezîr û nûner beşdarî merasima civînê ya li Harbiyeyê bûn.
Civîn li Navenda Kongreya Stenbolê rêvediçe, lîstikvanê amerîkî Forest Whîtaker pêşkeşvaniya wê dike. Di Civînê da dîmen û wêneyên êş û dramaya mirovan ên li cihanê tên nîşandan.
Sîstema alîkariya mirovî ya kurewî wê di civînê de bê axaftin.