Abdullah Tel
08 Gulan 2020•Rojanekirin: 09 Gulan 2020
Cotkarên li Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kevneşopiya tirpanê didomînin. Ew ji bo heywanên xwe giyayê ku li cihên motor û makîne nikare bikevê bi tirpanê diçinin.
Cotkarên li Arbata herêma Silêmaniyeyê dijîn bi zibare ji hev ra paletiyê dikin.
Ji bo zivistanê cotkaran ji niha va dest bi xebatê kirine û digel meha remezanê bi zeraqa tavê ra ji malê derdikevin û diçin ser kar û barê xwe.
Paleyên ku tên bal hev ewilî tirpanên xwe bi dûzanê tûj dikin û ji bo ewlehiyê di nav xwe de çend gavan dihêlin û dest bi çinîna giya dikin.
Cotkarên ku karê wan ê esil heywandarî ye û niha jî ji bo hev paleyiyê dikin bi hev ra kilaman dibêjin giya diçinin.
Ji cotkaran Ezîz Tewfîq Qadir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew giyayê di biharê da şîn dibe wek amadehiya zivistanê ji bo heywanan diçinin, dikin gurz û wan jî dikin lod.
Qadir destnîşan kir ku paleyî karekî zehmet e û divê mirov serê sibê zû dest bi çinîna giya bike û wiha pê da çû: "Giyayê li erdên çal û gir lê kêm in bi motor û makîneyan va tên çinîn lê ji bo erdên wiha kêş û xwar ku makîne nakêve çare bi tenê tirpan e."