Önder Beyter
26 Mijdar 2018•Rojanekirin: 29 Mijdar 2018
KARS
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê xwediyên keriyên pez ku havînên xwe li zozanan derbas dikin, ji ber berf, sir û sermayê tevî keriyên xwe yên pez berê xwe dan gundên xwe.
Şivanên ku ligel keriyên xew yên pez biharê hildikişin zozanan, piştî ku sir û serma ket erdê, ji zozanan berjêr dibin û berê ligel birên pez, peyatî û rê bi rê vedigerin deverên ku raqima nizimtir e.
Şivanên ku demsala biharê ji Îdirê derketibûn zozanên li Şenkayaya navçeya Erziromê jî piştî ku serma ket erdê ketin rêya dagêrê. Di rêya vegerê da hinek caran berf û bager dide şivan û birên wan ên pez û ew jî ji neçariyê bi ser xwe da naynin û ji bo ku bigihîjin gundên xwe, li ber xwe didin. Dagêra pezê ku kerî bi kerî li ser rêbejayê vedigere, dike ku dîmenên cuda û rengîn derkevin meydanê.
Şivanên ku ligel qedera hezar pezî ji Şenkaya navçeya Erziromê dan ser rê ku biçin Îdirê, zehmetiyeke mezin dikişînin. Hin şivanên ku dibetilin û ji hal dikevin, xwe davêjin ser pişta keran û wisa refeqata keriyên pez dikin.
4 şivanên ku li Erziromê tevî hezar pezî ber bi Îdirê dan ser rê, rêwîtiya xwe li ser rêya Qers-Qaqizmanê didomînin.
Şivan Agit Karadag di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku rêwîtiya wan pir dijwar e û ligel sir û sermayê ew têdikoşin ki bigihîjin Îdirê.
- "Ev 10 saet e em tî û birçî dimeşin"
Karadag diyar kir ku dagêr ji bo wan pir bi zehmet derbas dibe û wiha axivî, "Em ji Çiyayên Allahuekberê tên, ev çend roj in em di rê da ne. Berf ketiye û ev 10 saet e em tî û birçî dimeşin. Em ber bi Îdirê dewam dikin. Barîna berfê hinekî zor da me."
Orhan Panay ku tevî bira pez rêwîtiyê dike, destnîşan kir ku wan ji navçeya Şenkayayê da ser rê û wiha xeberda, "Xwedê îzin bide em ê ji vir biçin Îdirê, em ê heta heteyekî an jî 10 rojan xwe bigihînin Îdirê. Ji ber ku zivistan e û berf jî dibare, rêwîtiya me pir dijwar derbas dibe. Ji ber berfê rê girtî ne, lewma em jî di ser asfaltê ra diçin."