İbrahim Atmaca
29 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2020
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilata Anadoluyê bi şev û serê sibê qeşa û cemed, cî bi cî jî xumam tê payîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be, heta nîvro li Erzirom û derdora Erzincanê berf tê payîn.
Li herêmê tê payîn ku germa hewayê li gor şert û mercên demsalê be.
Bi şev germa herî kêm li Erzincanê pileyek, di binê sifrê da li Agiriyê 18, li Qersê 13, li Erdexanê 9, li Erziromê 6, li Îdirê 5 pile hat pîvan.
Nav rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê û Erzincanê 6, Erdexan û Erziromê 2, li Qersê sifir, di binê sifrê da li Agiriyê 6 pileye tê payîn.
Li navendên kaşûnê qalindahiya berfê li Palandokenê 72, li Sariqamîşê 55 û li Erganê 18 santêm hat pîvan.
Ji ber ku li tevahiya herêmê bi taybetî bi şev û serê sibê qeşa, cemed tê payîn, rayedarên meteorolojiyê hişyarî da ku welatî baldar û bi tevdîr bibin.
- Agirî
Li Agiriyê sir û serma jiyanê dixe tengasiyê.
Ji ber sir û sermayê bi baniyan va şembelûk çêbûn, camên mal û kargehan qeşa kişand.
Li bajêr rûyê robar û çeman qerimîn, welatiyan serê sibê bi zor û zehmet wesayîtên xwe xebitandin.
Ji ber sermayê sotemeniya TIRan qerimî û şofêrên wan di binê depoya sotemeniyê da agir dadan.
Şofêr Mustafa Tuncer diyar kir, hewa pir sar e û wan di binê depoyan agir dada, lê dîsa jî TIRên wan naxebitin.