Elif Orhan
24 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2019
Dara zeytûnê ya hezar û 500 salî ya ku li cihê wê yê nû ya li Meydana Demokrasiyê ya li Mezîtliya navçeya Mêrsînê danîn meywe da.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Mezîtliyê hat dayîn dara ku Lijneya Parastina Heyînên Tebîatê di sala 2017an da wekî "Dara Abîde" tescîl kir bala ziyaretvanan dikşîne.
Dara ku dora wê bi sêncê tê parastin û 6 mêtro û 48 santîm e meywe da.
Di daxuyaniyê da cî dan axaftina Şaredarê Mezîtliyê Neşet Tarhan. Tarhan bi bîr xist ji bo ku him balê bikşînin ser parastina darên zeytûnê him jî bergehê navçeyê xweşik bikin salên borî cihê dara sedan salî hat guhertin û ew li meydanê çandin.
Tarhan da zanîn ku ekîbên Midûriya Park û Baxçeyan bi hesasiyeteke mezin li darê dinêrin û darê meywe da û wiha axivî:
"Dara em texmîn dikin ku hezar û 500 salî ye dara zeytûnê ya herî kevin a Mezîtliyê ye. Me zeytûn jî li ser darê dîtin û ji ber vê kêfxweş in. "