Fatih Gazioğlu
24 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2019
Bi organîzasyona Serokatiya Kar û Barên Diyanetê ji Rihayê qafîleya ewil a heciyan bi diayan şandin Erebistana Siûdî.
339 hecî bi malbatên xwe ra beşdarî merasima li Balafirgeha GAPê bûn.
Wekîlê Miftiyê Bajêr Adem Bodur li vir daxuyanî da û got ku ew bi şandina qafîleya ewil gelekî kêfxweş in û wiha axivî:
"Me qafîleya ewil ji Rihayê bi diayan şand. Xwedê vê wezîfeya pîroz nesîbê hemû kesî bike. Înşellah hûnê bi silametî biçin û bi silametî vegerin. Xwedê dia û nimêjên we qebûl bike."
Ji heciyan Hasan Erîk got ku ew ji ber çûyîna axa pîroz gelekî bi kelecane û wiha got: "Em ê li wir ji bo memleket û merivên xwe dia bikin înşellah. Xwedê qebûl bike."
Qismekî welatiyên ku ji bo eqrebayên xwe rêwî bikin hatin balafirgehê wextê xatirxwastinê giriyan.