11 Gulan 2017•Rojanekirin: 12 Gulan 2017
ŞANLIURFA
Casim el Mahliyê 98 salî ku li Sûriyeyê li herêma destê PKK/PYDyê da birîndar bû û li erdê ma bi darêzorê ji welatê xwe hat derxistin û niha bi xanima xwe re li Şanliûrfayê dijî.
Mahliyê ku li Sûriyeyê li herêma di bin kontrola PYDyê da birîndar bû, bi zorê ji mala xwe ya li Tel Tamîra girêdayê Tel Ebyada Reqayê hat derxistin. Mahlî got ku PYDyiyan ew û xanima wî birîndar kirin. Casim el Mahlî ragihand ku bi darêzorê ji warê xwe koç kirine û xwe sipartine Tirkiyeyê.
Mahliyê 98 salî bi hevsera xwe ra li Eyyubiyeya navçeya Şanliûrfayê bi alîkariyên welatiyan dijî.
Casim el Mahlî got: "Me eziyeteke mezin dît. Wekî gelek kesan, bi darêzorê em ji malên xwe hatin derxistin. Me ji neçarî xwe sipart Tirkiyeyê. Emrê min bûye 98, ez dixwazim taliya emrê xwe li welatê xwe bijîm û li wira bimrim. Xaniyên me hatin şewitandin. Em li vira bi zor û zehmetî dijîn û em dixwazin vegerin welatê xwe."