16 Îlon 2016•Rojanekirin: 17 Îlon 2016
ŞANLIURFA / RAKKA
Li Tel Ebyada navçeya Reqaya bajarê Sûriyeyê alaya DYAyê ya ku duh bi avahiya gelek milîtanên PYD/PKKê tê da ne da hat dalqandin hê jî li cihê xwe ye.
Alayên DYAyê li 3 deverên Mûmbatha herêma Tel Ebyadê ji hêla mlîtanên PYDê va duh hatibûn dalqandin ji Akçakaleya navçeya Şanliurfayê xuya dikin.
Ji bilî vê li ser avahiya Gumrukê ya di têketina navçeya Tel Ebyadê da jî alaya DYAyê hat dalqandin.
Li Sûriyeyê di 2yê îlonê da li gundê Rafiya ser Menbicê jî gelek alayên DYAyê hatibûn dalqandin û çavakaniyên li herêmê diyarkiribûn ku ew terorîst alaya DYAyê wek mertal bikartînin.