TUNCELÎ
Elîf Yildirima dayika Huseyîn Yildirimê endamê rêxistina PKKê yê ku di sala 1996an de li Tûnceliyê di pevçûnê de mir, got ku banga çekdanîna PKKyê gelekî erênî dibîne.
Elîf Yildirima (80) dayika 5 zarokan piştî mirina hevserê xwe li mala li Taxa Alîbabayê ya Navenda Tûnceliyê tenê serê xwe dijî, daxuyaniyek da nûçegihana AAyê. Yildirimê diyar kir ku kurê wê Huseyîn di sala 1990an de tevî rêxistinê bû di di sala 1996an de di pevçûna ku nêzî navendê derket de mir.
Yildirimê got ji bo ku ciwan êdî nemirin, piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê û qal kir ku banga çekdanîna PKKyê gelekî erênî dibîne.
Yildirimê diyar kir ku êşa zarokan gelekî dijwar e û wiha got "Me çi êş kişandin, Xwedê nede serê tu kesî. Bila ciwan bijîn, ciwan mezin bibin, hewceyiya me bi ciwanan heye."
Yildirimê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em hemû aştiyê dixwazin. Aştî baş e, çek bêdeng dibin. Gel ji aştiyê re dibêje "erê". Biratî baş e, cîranî baş e, bi hikûmetê re lihevkirin baş e. Dayik êdî dê negirîn. Zarok bi hêsanî diçin leşkeriyê û tên, her kes kêfxweş e. Dibe ku kesên li çiyê jî bên û kêm cezayê bistînin, xilas bibin, bigihêjin dê û bavên xwe. Her kes kêfxweş bibe. Gotin ku 'bila çek bên danîn, kesên di girtîgehan de derkevin.' Heyfa wan e jî. Dayik, bav û zarokên wan jî digirîn."