Li Hekariyê 19 çiyager hilkişiyan ser Çiyayê Çungurê û li wir 8ê Adarê Roja Jinên Cihanê pîroz kirin.
Çiyager qasî 4 saetan hilkişiyan çiya û dema gihîştîn li ser lûtke li wir kulîlk dan çiyagerên jin.
Çiyageran pankarteke li ser "8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê Pîroz Be" nivîsandî vekirin û wêne kişandin.
Nunerê Bajêr ê Hekariyê yê Federasyona Çiyagerên Tirkiyeyê Nacî Ertunç ji rojnamevanan re got ku ew ji ber roja jinên cihanê hilkişiyane çiya û wiha axivî: "Me li ser çiya ji ber roja jinan pankartek vekir û pişt re em hêdî hêdî daketin. Divê ne bi tenê 8ê adarê em her roj dayikên xwe yên kedkar bi bîr binîn. Mixabin li her aliyê dinyayê û li welatê me tundî û zextiya li ser jinan her diçe zêde dibe. Hêviya me ew e ku ev tundî dawî bibin û hemû jin bi azad û di nav şertên adil de bijîn. Bi vê vesîleyê ve em li ser çiyayê Çungurê roja hemû jinên kedkar ên chanê pîroz dikin."