Li Çinara navçeya Diyarbekirê Mahmut Temîrcanê 70 salî bi erebeya destan li kolanan yek bi yek digere, eşyayên kevn ên ku nayên bikaranîn berhev dike û bi pereyê ku qezenc dike malbata xwe ya 11 kesî xwedî dike.
Temîrcan diyar kir ku ev bi qasî 7 salan e kevnefiroşiyê dike, yek bi yek kolanên Çinarê digere û eşyayên kevn ên ku mirov bi kar naynin bi pereyekî diyar berhev dike. Temîrcan got ku eşyayên berhev dike bi kareke kêm difroşe tomerîfiroşan.
Temîrcan qal kir ku bi karê ku dike li 11 kesan dinêre û wiha axivî: "Her çiqas ew karê ku ez dikim dijwar be jî ez mecbûr im ku bixebitim. Xebat îbadet e. Heta ku ez destê xwe ber xelkê vekim ez razî me ku vê karê zehmet bikim. Tama keda destê mirov bi xwe cuda ye."
Mahmut Temîrcan got her çiqas karê min li gor temenê min zehmet be jî şikir ji Xwedê re û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Yewmiyeya min carina 10-10 carina jî 25-30 lîre ye. Hin rojan ez xebarê nakim jî. Ew eşyayên ku ez berhev dikim di baxçeya xaniyê xwe de berhev dikim. Carina zarok tên eşyayên min didizin."